Ana Sayfa › Şiirler › Keçka Torî
✍️
ŞİİR

Keçka Torî

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Keçka Torî

Lê keçka Torebanî
çav reş ebrû qeytanî
Bi xeml û xêza Mîtanî

Bejn û balê av gulke
Por verşîn li ser mil ke
Kemerê li ser dil ke

Cotek gorê mûşanî
Heft reng ji neqşê Manî
Pêlavek Erzîncanî

Rabe dakev meydanê
Bid çindikan li meydanê
Ev cejna Kurdistanê

Tu li hawê saz û namê
Her û wer li hindamê
Sê çiv têkevin qamê

Vê wext û çax û gavê
Azad bî ji bend û davê
Qeyd û zincîran bavê

Lê keçikê rewşa êlê
Nazikê kofî kêlê
Derkev tu ji wê hêlê

Reqs û govendê xweş ke
Xort û lawan serxweş ke
Tim dilê Tîrêj geş ke
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.