Ana Sayfa › Şiirler › Lav Lav Bê Fêde Ye
✍️
ŞİİR

Lav Lav Bê Fêde Ye

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Lav Lav Bê Fêde Ye

çavan ji tamarê veke kurd beske vê derd û xemê
îro li şûnwara tu bes maye ji karwanê demê
Karwan bi dûrket rabe lo berya li te şevreş bibî
Hê tu li Tehtoşkê gurik karwan gihaye Dêrcemê
Ger ku li te şevreş bibî tucar tu naghê meqsedê
Tê dê bibî şîva gura tu dê herî b`derdê Memê
Xwestya te bi xemla giran dotmam keça apê te ye
L`hespê siware lê neyar girtî bi hefsar û gemê
Rabe wekî şêr û piling azad bike bûka çeleng
Wek Mîdî û Mîtaniyan bawer bike tu j` wê lemê
Ger zorî û xortî nebî lav lav bi xwe bê fêdeye
Nexta cîhanê himete xwîne diwêta qelemê
Bela tucar em şaş neçin tim şûr dewra xwe dilîze ew
Tim serbilindin xurtemêr yê qels dikêşî elemê
Bejna xwe ger xortên ciwan nedin ber rext û fîşekan
Ger yektî û xurtî nebî bi felsefê çibkin emê
Ta ku em dev bavêjne hev tim paşketin para me ye
Pêk nayê daxwaza me qet bi qûteqût û hêlemê
Tim gotina Tîrêj ewe êdî bese em ha j` xwe kin
îro divê kar û xebat bêtir ji her çax û demê.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.