Ana Sayfa › Şiirler › Mebe Şaş
✍️
ŞİİR

Mebe Şaş

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Mebe Şaş

Waye dilber bi tena tête bi meş
Tu bi wê işq û evînê mebe şaş
Rabe her pêşiyê ji bo çavên di reş
Tu bi wê işq û evînê mebe şaş
Tu li ber wê ramidîn gewdek û laş
Te birîndarekî bi xwînê mebe şaş
Wek memê berkên te ku bêne du şeş
Tu bi wê pencer û zîne mebe şaş
Mebe wek ji ber pêlan vekeş
Tu bi şêrîn û negînê mebe şaş
Tu li sîpan wek siyamendê keleş
bi xec û nal û girînê mebe şaş
werzê bê talik `ecûr û şebeş
meçe nav tu b`lem û şînê mebe şaş
bê mejî boşin wekî gaêyn du beş
tu bi wî kum û civînê mebe şaş
wa li benda me ye gora teng û reş
tu bi rewşa dem û jînê mebe şaş
dem û wext derbas dibin bê hay û heş
tu bi lehd û sebt û înê mebe şaş
rengê tîrêj te nedî rojeke xweş
tu bi wê dîdar û dînê mebe şaş.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.