Ana Sayfa › Şiirler › Min Dî Li Dinê Pur Ecêb
✍️
ŞİİR

Min Dî Li Dinê Pur Ecêb

Seyîd Eliyê Findîkî
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Min Dî Li Dinê Pur Ecêb

Min dî'l dinê da pur 'ecêb nayên hîsab û defterê
Yek jî ji wan dostan nema qet şubhetê dostê berê

Tê bêjî ev dostê'j' dil in maşaellah tev kakil in
Yek rûh in û dû şekil in te hew dî bûn l'şikra kerê

Belkî ji wan ker çêtir e çunkî reben barhilgir e
Bi kû da bibin bê qîrqîr e ne wek va dest ser xencerê

Dostaniya j'dil bû xela hetta di nîv şêx û mela
Li 'aqila bûye bela hetta defin çin meqberê

Zû'j hev diçin dost û heval serhev didin ew erzûhal
Seb tiştikî pur bêkemal tu mêzekî li bin Hecerê

Nînin hekîm 'îş çê bikin nav alemê da bin sekin
Derd û bela derman bikin şewqê bidî wek fenerê
Me'j rebbê xwe hêvî heye ku bêtin zû'l hana me ye
Hilnê evê'j nava me ye em bin birayê cegerê

Piştî eva qehr û kula derman bikin derd û bela
Geş bin bi hevra wek gula hetta biçîne mehşerê

Ey Seyd 'Elî nebî nebî tirsa te qet ji keskî hebî
Îmam Elî ceddê te bî girt destkî deryê Xeyberê

*Ji keşkula Hîlmî Koxî
*Latînîzekirin: Qedrî Sipranî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.