Ana Sayfa › Şiirler › Jan Ji Şevê
✍️
ŞİİR

Jan Ji Şevê

Sîdar Esmer
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Jan Ji Şevê

Dil li kemîna te bi jan e,
bi pizota agirê dojehê dişewite li
bin hîmaya heza te...

Jan ji şeva te ye,şeva kotî
û bêbext,derbas dibî di erçiqe dil
li bin lingên kubarî...

Neke esmer,lê lê dil parçe parçe
neke!
her meşeka te nîv ji çûyina emrê
min e...

çavên te gorekê dikole û mijangên te
dibin kefenek çîksipî ji bo dil, erê! jan
ji şevê ye şev ji reşahiya porên
te ye...

Min got qey tu yar î,xelk ji xelkê re
tim bihar e,li ya min tenê zivistan,
jiyanê dike gor û goristan...

Jan ji şevê ye,şev ji tarîtiya çavên
te ye,çavên te kujtina
şaîrekî ye,bin ax im! piçek ji hilma xwe
pêşkêş î min bike bê can im...

31.07.2014
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.