Ana Sayfa › Şiirler › Avzêma Hestên Meritî
✍️
ŞİİR

Avzêma Hestên Meritî

Zekî Kayar
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Avzêma Hestên Meritî

Oemsaleke din jî bêyî te derbas bû
Her ku diçe cîhan li min teng dibe
û jiyan li ber çavê min reş dibe
Belkî jî dilewute
û diherime...
Bi geşbûna kulîlkên biharê re
Avzêma hestên meritî
Bi lehiya xweziyên bitir de
Qefesa banimaya lawaz pengivand
û hindik ma ku
Dilê nepeniyên mahrem
Ji sînga warê evînê derkeve
û hemû xiyalên dahatûya zipziwa
Di bin mewcên bendava teqiyayî de
Bimînim...

Lava dikim can
Bi koça mina dawîn re
Gazindan li min neke
û zêde xwe neqehirîne jî
Bi serê te yê ezîz kim
Ne bi rizedarî gihîştim vê biryarê
Lê madem vê cîhana bêbext
Pişta xwe da me
çi bi salan em ewuqandin
Pêwîst e ku em jî pişta xwe bidinê
û wê biterikînin
Wekî din tu çare nemabûn
Va ye ez diçim cîhana din
Li bendajiyana xwe me!. ..
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.