Ana Sayfa › Şiirler › Dilê Xembar
✍️
ŞİİR

Dilê Xembar

Zekî Kayar
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilê Xembar

Zêde xwe raht neke Delal
Ji bo paşdeanîna dîmenên dilgeş
Piştî te
Bagera karesatên gewre
Viqî vala kir
Aloleya gizikên ciwan
Bi anteroza sêguçeya bêxwedî ve
Li sûlaveke bêbinî wer bûm
Feleka xayin
Berevajî kir siûda min,
Hêj wek rqekê bostanan bixuyêm jî
Hew baweriya min tê
Bi çarenûsa rehçikiyayî.
Di buhara j iyaneke xeşîm de
Reftarên cuwaniya tiroleyî
Serî li min gerandin
û ez bi temenê neseridî ve
Li derbendên talûke qelibandim.
"Heya ku min xwe nas kir,
Min temenê xwe xilas kir"
Bila hew vebêjin çîroka dilê xembar,
Di rûpelên peyamên dildaran de...
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.