Rewşan – Kavir

Kavir Şarkı Sözleri

Kavir çêrî Eledaxê, malik çêrî Eledaxê
Sed û yek kavir da ber daxê
Kevirê ker, kavirê kur, ma eyaxê

 

Wîşt hiho malê min,
Gundîno we çiye ji min, guhbelo li min dijmin
Serê malê yek kavir, du kavir, sê kavir,
Hûn bidin min ez ezeb im bidim jin
Dev tutik, pişt hutik, dil masî, pişt kûsî
Çiqil tepîpik elîxan hevalo dora te jî

 

 

Kavir çêrî’w quçikan malheram çêrî’w quçikan
Revîm çûme nav keçikan
Bu teqiniya şimikan
Dest avête’w memikan,
Gayê qûn da lotikan
Revîm ketime ber tepikan

 

Wîşt hiho malê min,
Gundîno we çiye ji min, guhbelo li min dijmin
Serê malê yek kavir, du kavir, sê kavir,
Hûn bidin min ez ezeb im bidim jin
Dev tutik, pişt hutik, dil masî, pişt kûsî
Çiqil tepîpik elîxan hevalo dora te jî

 

 

Kavirê keliyê sîs e, malheramê keliyê sîs e
Dange dange diîse, hiriya wî kir werîs e,
Goştê wî kir helîs e, hoy hoy malê min

 

Wîşt hiho malê min,
Gundîno we çiye ji min, guhbelo li min dijmin
Serê malê yek kavir, du kavir, sê kavir,
Hûn bidin min ez ezeb im bidim jin
Dev tutik, pişt hutik, dil masî, pişt kûsî
Çiqil tepîpik elîxan hevalo dora te jî

 

 

 

admin Şarkı Sözleri

Mükemmel bir  şarkı

berrin Kürtçe Şarkı Sözleri
çawa te heri
berrin Video Muzik
bayılıyorum
rodin Biyografi
güzel şarkı
fatma Kürtçe Şarkı Sözleri
Mükemmel