Jİ TE HEZ DİKİM
Sibehê porê te şe dikim
Bi tîrêjên hez kirinê
Nîvro ji nûve dil dikevim te
Bi şev nîvroj dubare dikim
Bi navê hemû evînan
Bi rengê ba û çiya
Bi qasî ava derya
Dilop dilop ji te hez dikim
Çi bêjim ji bona wan çavên te
Dîsa jî kêm dimîne
Şev bi destê xeyalan digrim
Li me dubare dibe jiyan
Söz: Müslüm Aslan
Müzik: Xecê