Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Rêya evînê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Rêya evînê

Murad Demir
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Rêya evînê dirêj e bi serê te kem
Heke tu rêwî bî da xwe gorî te bikem
Rêya evînê dirêj e bi serê te kem
Heke tu rêwî bî da xwe gorî te bikem
Bo te hemî meht û pesin, Gotinêt şa’êrêt mezin
Ey qibleya delaltîyê, Sebeba vê sermestîyê
Rêhevalê te her ez im
Bo te hemî meht û pesin, Gotinêt şa’êrêt mezin
Ey qibleya delaltîyê, Sebeba vê sermestîyê
Rêhevalê te her ez im

Dê tu rabe, li halê min binêre ka ev çi hal e?
Dê tu rabe, li halê min binêre ka ev çi hal e?
Gulşêrînê ji Çelê ye nevîya felan e
Ey hewar, çenda can e rind e delal e
Li ber vê şirînîya wê şekir jî tal e
Dema kirasê Kurdî li xwe diket dibim dîn û dîwane
Dê bêje ka ev çi hal e?

Gulaliyêt xwe berde ku ew xencer in
Li dilê min bialîne bo min hemî şerim
Gulaliyêt xwe berde ku ew xencer in
Li dilê min bialîne bo min hemî şerim

Were hembêza dilê min, Bike cinnet hundurê min
Ey wateya xweşiktîyê, Rûmeya vê serxweşîyê
Şermînê vê şermê ez im
Were hembêza dilê min, Bike cinnet hundurê min
Ey wateya xweşiktîyê, Rûmeya vê serxweşîyê
Şermînê vê şermê ez im

Dê tu rabe, li halê min binêre ka ev çi hal e?
Dê tu rabe, li halê min binêre ka ev çi hal e?
Gulşêrînê ji Çelê ye nevîya felan e
Ey hewar çenda can e rind e delal e
Li ber vê şirînîya wê şekir jî tal e
Dema kirasê Kurdî li xwe diket dibim dîn û dîwane
Dê bêje ka ev çi hal e?

Wextê te li stûhê xwe kirî zincîreka zer
Û berdaye ser sîngê xwe bişkoka nezera Suryaniyan
Û te li xwe kiribû kiras û fîstanêt sor
Te digot ez ê bime bûka Culemêrgiyan
Hey dê rabe rojê Rojenê
Nazdarê şêrînê rûkenê
Nê bi sê Quran û Incîl û Tevrat û Zebûran bikem
Tu bes carekê bikenî
Dê qurbana awirêt te kem
Vî can û rih û bedenî
Were hembêza dilê min, Bike cinnet hundurê min
Ey wateya xweşiktîyê, Rûmeya vê serxweşîyê
Şermînê vê şermê ez im
Were hembêza dilê min, Bike cinnet hundurê min
Ey wateya xweşiktîyê, Rûmeya vê serxweşîyê
Şermînê vê şermê ez im

Hozan: Murad Demîr

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.