Ana Sayfa › Şiirler › Awête Bûn (Têkilî Bûn)
✍️
ŞİİR

Awête Bûn (Têkilî Bûn)

Ebdulla Peşêw
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Awête Bûn (Têkilî Bûn)

Nazanim çon awêtet bim?
Ger beheştît, pêm billê
Ta kirnoş bem bo gişt xwakan
Ger dozexît, pêm billê
Ta zemîn pirr kem le tawan

Nazanim çon awêtet bim?
Ger xakêkî dagîr kirawî, pêm billê
Ta pêstim bikem be allat
Ger wek minîş qerecêkît
Sinûrêkim bo bikêşe
Bo xot min bike be wilat

kurmancî:

nizanim çawa têkilî te bim
eger buhuştî bî bêje min
sejde bibim bo hemû xwedayan
eger dojehî bî bêje min
heta bi zeviyê tije kim sûncan

nizanim çawa têkilî te bim
eger axeke dagirkirî bî bêje min
heta bi postê xwe bikim ala te
eger weke min jî qereçiyek bî
tixûbekî ji min re bikşîne
ji xwe re min bike welat

Helbest : Evdila Peşêw
Veger / Birakujî / 75
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.