Ana Sayfa › Şiirler › Çend Wişeyêk Derbarey Dillî Xom
✍️
ŞİİR

Çend Wişeyêk Derbarey Dillî Xom

Ebdulla Peşêw
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Çend Wişeyêk Derbarey Dillî Xom

Dillî min çeşnî wagonî qîtarêk e
hezar û yek wêstgey heye.
Le her yekê lew wêstgane rabiwestê,
rêbwarêk becêy dehêllê,
rêbwarêk xoy tê depestê!
Bellam! Lewetî dillî min bote wagon
rêbwarêkî pestî tiyaye.
Danabezê.
Danabezê.
Le sûçêkî em dinyaye.
Em rêbware be diway nawî xoyda wêle
em rêbware be diway çawî xoyda wêle
em rêbware birîn me
em rêbware zerdexene û girîn me.
Em rêbware Kurdistan e.
Laney yekem evîn me.

22. 11. 1974. Moskow
wişe: bêje; peyv. çeşnî: weke. qîtar: trên; şemendefer. wêstge: rawestgeh. rêbwar: rêwî; musafêr. Danabezê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.