Ana Sayfa › Şiirler › Kudeta
✍️
ŞİİR

Kudeta

Ebdulla Peşêw
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kudeta

Pêş to nasîn
minallêkî xoperist bûm:
Wam dezanî,
asmanî pan dewarêke,
tenya bo min helldirawe.
Zewî durrgey diway tofan e,
cige le min,
hîç kesêkî tiya nemawe.
Evînî to lepirr hat u
şûre û qellamî xapûr kird,
rrengekanî hemû gorrî,
yasakanî jêrujûr kird.
Way kird dinya
bo tenyayîm wek qefes bê.
Fêrî kirdim -
şewan nîw serînim bes bê!

1. 12. 1973. Varronêj
kudeta: înqîlab. pêş to nasîn: berî nasîna te. minall: zarok. xweperist: ji xwe hez kirî.
wam dezanî: weha min hizir dikir. dewar: xêvet; kon. tenya: tenê. helldirawe: venane.
zewî: zevî; erd. durge: girav. cige le min: ji bilî min. hîç: nekes. ewîn: evîn. lepirr: ji
nişka ve. şûre: dîwar. qella: kela. xapûr kirin: kavil kirin. yasa: qanûn. fêrkirin: hînkirin; hoykirin. serîn: balgî.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.