Ana Sayfa › Şiirler › Keservedana Yekemîn
✍️
ŞİİR

Keservedana Yekemîn

Fewzî Bîlge
Sevgi👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Keservedana Yekemîn

Li nav avahiyên serî digihêjin ba Xwedê
xwe pir kiriye tenêtiyê
li ber xwe pirkirina xwe dikeve
Dimeşe nava kolanên dilê xwe
li ciyên hîn pî pênebûne
li rûyekî
li rûyekî çar werzan bike bihar digere
Rûyên ji rûyê wî do weşiyane
Xwe berdane ber bayên esrên teng, çûne

Dîcle sertapê ji girî şil û pil bûye
Tu yê biherikî
ji hejmartina lêdana dilê min
Tu yê jî biwestî
di dawiya temenê xwe de
demeke ku kes ne li hêviyêye
tu yê bi qasî stêrkekê biçurisî
Bajarê min wê
wê şevê bikene
Û paceya min bi qasî jonpromiyerekî wê xwe qurre bike
tirsim tarî lê kon vede
tevnepîr dilê min bikin wargeh.

*Ji pirtûka wî "Antolojîya Tenêtîyê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.