Ana Sayfa › Şiirler › Bê Welat Halê Min
✍️
ŞİİR

Bê Welat Halê Min

Miraz Ronî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bê Welat Halê Min

Pêt û brûsk bibî xewn û xiyala min
çi dar û ber hene bibin şemala min
Hîv û roj hevdu bigrin bêne mala min
cîhana min bê te tari ye Kurdistan

Ji lal û dir text çêkin min danîn li ser
Birc û sera bo min çêkin ji zêrê zer
Hezar zerî ji bo min bînin danin ber
Kezep li min bê te pari ye Kurdistan

Li şîpika min hev bigrê nêrgiz û gul
li he belgê daxim hêlîn şalûl bilbil
Yek xema bimalê ya din kula ji dil
Bê te hingiv li min jehri ye Kurdistan

Ger xulam bim bibim axa, bibim wezîr
Ger gavan bim bibim paşa û bibim mîr
Ger şûna nan dobe bixum, şûna av şîr
Bê te xemgîn bê halim Kurdistan

Ger bibim ba û babelîz bibim bager
Ger rabim qîça bibim dêwek a heftser
Ger bibim çiya di ewran ve bidim der
Tu nebî kortim newalim Kurdistan
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.