Ana Sayfa › Şiirler › Wê Gav Jiyan
✍️
ŞİİR

Wê Gav Jiyan

Miraz Ronî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Wê Gav Jiyan

Gelên cîhanê hemû tev
Sipî û reş hindik û zehf
Bibûna bira li gel hev
Wê gav jiyan çiqas xweş bû

Ewrê rûreş qelişîne
kelên zulmê pelişîne
Zordar li ser biqeşîne
Wê gav jiyan çiqas xweş bû

Birq xwe ji rojê xwe berda ser
Zîntol bûye zilmat ji ber
Kaniya jiyanê bida der
Wê gav jiyan çiqas xweş bû

Qe tu dilê nekêşa ax!
kulên xedar tim bûna sax
Dara şayoka bida şax
Wê gav jiyan çiqas xweş bû

Li tu xakê nema nalîn
Berda hovîtiyê zanîn
Li rêçika Rêzan lenîn
Wê gav jiyan çiqas xweş bû

Dinê bûya gul gulistan
Bûya derman bo bindestan
Azad bûya min Kurdistan
Wêwav jiyan çiqas xweş bû
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.