Ana Sayfa › Şiirler › Ger Mirim
✍️
ŞİİR

Ger Mirim

Miraz Ronî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ger Mirim

Ger ez mirim
Bila tu kes nebê min ax!
Ê ku dilan de pir şirîn im
Bila bêje serê Kurdistan bibî sax

Ger birîndar ketim ez bi hezar derpan
Bo min negerin li derman
Ger wîn pir ji min hes dikin
Lezkin xilas kin Kurdistan

Ger rokî ez bûme zava
Bo min bûkê bi xêliya rengreng nexemlînin
Ger ku dilê we de pir ezîzim
Kurdîstan ji belga gulê bixemlînin

Bila xort û egîdên Kurd
li ser pişta kihêlên xurt
Dest ji destê birevînin
Ger ku divêtin xwîna lawê Kurd
Bigirin min şerjêkin
Di ber bigerînin
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.