Ana Sayfa › Şiirler › Koleksiyon 12
✍️
ŞİİR

Koleksiyon 12

Rênas Jiyan
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Koleksiyon 12

koieksiyona 12`em, li binê bîrê, şev
ev çirûsk, bi şev ji xelekeke govenda şewqên li ser ava
bîrê direqisîn
hatiye berhevkirîn
di tahma xwedê û di bêhna hibrê de ye

di binê bîreke birîndar û bêbinî de
tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
û binale jî

ne taldeyek mabû
û ne jî werîsê dewla jiyaneke neqetiyayî
te ji bîr kiribû

dawiya dawî
piştî ew qas cih, tu li binê bîrê vegeriyayî
tarî
tengayî
tenêtî
kurayî
+-----
bîr

mirin, di binê bîran de tê kuştin
zimanê mirovan di binê bîran de dibin weke yên maran
piştî ku jahra min û çermekî min ê biriqî û hêja çêbûn,
min ev yek baştir fahm kir

li ser myê erdê "ax" di hundirê te de bû,
di binê erdê de tu ketî hundirê "ax"ê
tu berşoşkî yî ji axê
bi bîr bîne
bîranîn bi ava bîran ber dixwin...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.