Ana Sayfa › Şiirler › Koleksiyon 2
✍️
ŞİİR

Koleksiyon 2

Rênas Jiyan
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Koleksiyon 2

koleksiyona 2`em, li ber golê, nîvrokî
ev çirûsk, ji tîrêjên çermên masiyan hatiye berhevkirin
di tahma avê
û di bêhna hirehira kenên ji kêfan ên qulingên li kêleka
golê de ye

çirûskên te şirîkî ne weke hirbiya diya te
tu li qeraxa golê rûniştiyî, çîpên te hilkirî ne
çelp-çelpa avê ji reqsa piyên te
derdora te mişt teyrîk
di stuyê te de kinêrik
tu bi avê dilîzî, tu zaroka avê yî
çend kerî masî birayên te ne
lêvên te şil
porê te toprîhan
dilê te di golê de girav
çirûskên te weke pelên payizî li ser golê belavbûyî
ez paleyê pêlên pehlewan
ez etarê çirûskên çavên li ser avên golan...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.