Ana Sayfa › Şiirler › Koleksiyon 3
✍️
ŞİİR

Koleksiyon 3

Rênas Jiyan
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Koleksiyon 3

koleksiyona 3`em, li bêriyê, esirkî
ev çirûsk, ji ronkaya teperepa kelecana qelbên berxikên
bêrîdar
ên li benda makên xwe yên bêrîvan hatiye berhevkirin
di tahma kefa şîrê li bêriyê hatiye dotin, kefa wê bi
tilîkan hatiye xwarin
û di bêhna firêzeya şûvan de ye

di vî wextî de çirûskên te
di şînbûna dixana çixareya qaçax a şivên de ne
di bêriya dudana de,
berxik weke qaçaxçiyên leşker li pey wan bin
û xwe bê serî li mayin û hudûdan biqelibînin
bi xezeb xwe li guhanan diqelibînin...
dîn in!...

di nav ew qas kerî pez de, tu çûyî li bilûrê baniya
şevîn; weke çêra pez bi aheng û şêrîn
şevîn; di tûrikê şivên de çarîn û nalîn

tu, çirûska çavlêketina peza li gur î
tu, xwîn î
xwîn...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.