Ana Sayfa › Şiirler › Dîcle û Firat (Di Hembêza Firat û Di Paşila Dîclê De)
✍️
ŞİİR

Dîcle û Firat (Di Hembêza Firat û Di Paşila Dîclê De)

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dîcle û Firat (Di Hembêza Firat û Di Paşila Dîclê De)

Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
çiyayên bilind hene;
navserên wan
Hêlînên eyloyan in: Eylo serbilind...
û warê
çêra berxikên me.

Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Gelî hene; bi rêl in, bi kaş û bi rizde ne
Kûvî tê de digerin;
Kûvî ji mêj ve
Nêzenasê gir-rik û evîna me ne.
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Deşt;
ta çav ji çava biniqînin rast
Rast hene; tê de asik diçêrin,
Bê paxava ji benderihek
Hespên me yên beza tê de digerin.
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Milkek heye li raser esmanekî bêdawî
Li kadiza wî stêrkin hene
Navên wan ji beriya b` hezarên salan
Me danî
û ew
Bi delalî
Diçirisin.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.