Ana Sayfa › Şiirler › Dîcle û Firat (Pêrgîn)
✍️
ŞİİR

Dîcle û Firat (Pêrgîn)

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dîcle û Firat (Pêrgîn)

Rabin pêrgînê xwenasîn
Xwezanîn rabin li piya bipên
Mizgîna serîdana vejînê ye
Bibên.

Bihîstin helbet
Bihîstin xwenasîn û xwezanîn
Li piya stran bi dîlok, bi bêlûte
û stran stranê
Ji devê min û te.

Dîcle - Firat jiyan e,
Jiyan kurt e li berê.
Ji destpêka bêdestpêk
Hetanî serbiserê
Delala ber dila ye
Dilê b` tijî keserê
Ma gela emê çawa
Canê xwe nedin l` serê?

Dîcle - Firat xwîn û can,
Laş bi xwe Kurdistan e.
Bê laş ma xwîn çi tişt e?
Xwîn û laş pêkve can e.
Ger Kurdistan behişt e,
Bê kurd behişt xopan e.
Gava behişt ji dest çû
Cîhan êdî zindan e.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.