Ana Sayfa › Şiirler › Dilekî
✍️
ŞİİR

Dilekî

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilekî

Dilekî d` mazmazka pêş-Asyayê de
Dilekî çarkerî, bi xwînê der e.
Pîrhevok tevna xwe lê rapêçaye
Dest kirye tînikê jê venagere.

Ew dil e, dilekî mîna dilan e
Li rexkî Elîşêr, li rexkî Rêber
Alîkî Beko ye, strî di gulê
Alîkî Memo ye; dilsoj, bêxeber.

Milkekî d` navoka pêş-Asyayê de
Mîna xewnên şevan pendî-nependî
Li riya azadî bêdeng û bêhis
Elîşêr tên kuştin, lê b` serbilindî.

*Ji Milkê Evînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.