✍️
✍️
Tirkîn Ji Dilê Min
Tirkîn ji dilê min çû, dîsa
Rawestî hilma min bi kêlîkek
Giraniyek venişt li ser dilê min
Guhê min bi xewt
Li ringîna derî
Çingîna telefonê
Meazellah
Guhê min li ser hisa.
Ev çi bela ye, ku tê gerîm
Qeder e, an bext e, nizanim
Saetek şêst deqe ye, lê tu
Di her salîseyê de li bîra min
Û di her salîseyê de bi awakî di
Hişê min, fikra min li hev dixî
Jiyanê li ber min dikî cehennem.
Guhê min bi ser te de xwarkirî
Bi xewt digere zembereka dil
Ha te dî qurifî, şikî, rawestî
Ji tirsa bihîstina nûçeyek nexweş
Ha te dî ji tirsa tirsê rojekê
Sekinî û bû glokek hestî.
Tê bibêjî gelo?
"Ox-xweş!..."
Nizanim.
Tê çi bêjî, tu zanî. Lê,
Tirkîn ji dilê min çû, dîsa
Û meazellah
Guhê min li ser hisa.
*Ji Milkê Evînê
Rawestî hilma min bi kêlîkek
Giraniyek venişt li ser dilê min
Guhê min bi xewt
Li ringîna derî
Çingîna telefonê
Meazellah
Guhê min li ser hisa.
Ev çi bela ye, ku tê gerîm
Qeder e, an bext e, nizanim
Saetek şêst deqe ye, lê tu
Di her salîseyê de li bîra min
Û di her salîseyê de bi awakî di
Hişê min, fikra min li hev dixî
Jiyanê li ber min dikî cehennem.
Guhê min bi ser te de xwarkirî
Bi xewt digere zembereka dil
Ha te dî qurifî, şikî, rawestî
Ji tirsa bihîstina nûçeyek nexweş
Ha te dî ji tirsa tirsê rojekê
Sekinî û bû glokek hestî.
Tê bibêjî gelo?
"Ox-xweş!..."
Nizanim.
Tê çi bêjî, tu zanî. Lê,
Tirkîn ji dilê min çû, dîsa
Û meazellah
Guhê min li ser hisa.
*Ji Milkê Evînê
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şiirlerle okumaya devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum