Ana Sayfa › Şiirler › Xewna Jina Şehîdekî
✍️
ŞİİR

Xewna Jina Şehîdekî

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Xewna Jina Şehîdekî

Jinekê,
Wek hejyana çiyayekî
Hejiya di nivînê,
Ji ber wê xewna dîtî.
Rabû ser xwe, ku li çokên xwe xe
Fedî kir ji xezûr û xesiyê.
Jinekê, ku diya çend ber zarûkan
Got, di ber xwe de:
-"Hey la li min dêranê! ma jinebî mam?
Bûm diya sêwiyan, wey Xwedê neke."
Û li xwe fekirî
Kerr lûvand û bi kelegirî
Got:
-"Hey geşahiya di çavên min de
Ma nema hûn bibirisin ji niha pê va?
Ma hûnê ji kê re biçirisin,
Bişirînên min ên di dev û lêva?
Bîbikên min ên ku dîtine
Tenya bihara bîst, bîst û yekê
Û biskên min ên şînboz
Ku di nav serê min de ji niha va
Ji Nûhê di nav Cizîrê gelek pîrtir
Gelekî derdkêştir û westandî:
Tirsa min ew e,
Ku dabin vemartin çira hewe. "

Wehe got û kir, jinek ji jinên
Ku rê dipan
Li riya çûnehatê bû
Rêwingiyê wan.

*Ji Milkê Evînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.