Ana Sayfa › Şiirler › Arjînalîzm
✍️
ŞİİR

Arjînalîzm

Kawa Nemir
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Arjînalîzm

`diyarî ji bo Arjînê`

li ser tava royê tetê zarokekê dikemile
dixemilîne kevala esmên bi şîneke sero`xwe
rengan radiperîne bixalê
tola hemî xal û apên xwe hiltîne

mana min li vî bajarê xilt
yek bi xêra te
yek jî bi xêra te
ku nebûna tiştên wiha kêmbuha
min ê berê xwe bida PEN`a berriyê

Marjînalîzm peyveke zor bijehr e
hûn werin bi ya min bikin
dev jê biqerin aqilbaqilno
bi vê zargêjnokê
Soqrates bibûya, nediçû kadînê
li cîhanê babetên firehtir hene ji bilî Mar
ku em bi Feqîtî hilînin dest
wek Ar
wek Jîn
Hûn bi pêşa kîjan bîrdozê digirin bigirin
ez bi tenê ji Arjînê hez dikim
ez Arjînalîst im
ez Arjînalîst im

16 Rêbendan 1998
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.