Ana Sayfa › Şiirler › Bîşenga Deşta Dûr
✍️
ŞİİR

Bîşenga Deşta Dûr

Kawa Nemir
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bîşenga Deşta Dûr

Pîrê, Baxçe û Adar

Pîrê li ber caxên pencereyê
bayekî spî yî bê lekan, hêlekan
pêgermokan digerîne li ser sîseqerqaşiya berfê
sêv serma dikin

hê xeber nîne ji havîna Deşta îdirê
çivîk li ser darê serma dikin

Adareke tembûrî ye baxçeyê me
Kurdewarî diguvin daniştvanên çila
yek yek nas bikin:
ev, Hirmiya şêranî
ev, Gêlaza xwînî
ev, Bîşenga helbestî
ev, Xoxa xunavî
ev, Mişmişa banî
ev, Sêva zivistanî

li ba me, li wan deran
bîstê Adarê zivistan e
bîst û yekê wê, li bêxçe bihar e

Dayê, gulîbirrê, Xwezayê
ez di bextê te de me
bi bêriya te ketime, boşhal im
ji janan jan diceribînim
ji halê xwe re dibêjim
diya min a dilhebîniyê
min dîsa bihebîne, ez kurê te me

1 Pûşper 1999 / Bahçelievler - Stenbol
Pîrê: Navê bagereke destpêka Adarê ye. Jê re Gîskê Pîrê jî dibêjin.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.