Ana Sayfa › Şiirler › Dîsa Raperîn Bo Byê
✍️
ŞİİR

Dîsa Raperîn Bo Byê

Kawa Nemir
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dîsa Raperîn Bo Byê

Ez û tu di daristaneke esmanî de kîp dibin, ez û tu:
şoreşa me ya gulên şêstper li ser piştê bila...

Baweriyê bi Xwedê tînim, kêliya ku li te binihêrim:
Pûngên li ber avên pirnisî difûrin...

Rûyê erdê peyvên xwe yên şîr fêrî me dike:
Birûsk û tavanên meymeskî, gurregurra lêvên me...

Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim:
Bila kuçeyên Ameda pîr bimînin di nava me de...

Pîlaqeke ji salên 60`î diçîzîne, dîlana cinên bajêr:
Dîntiyeke ji peyvên nisilî mezin dikim bo te, bo te...

Meyzê, destên min ên bedew yên te ne, yên te ne:
Katjimêra Mezin li hêviya xaniyê te yê dêrîn e...

Ez bo janeke qerase ji dayik bûm li ber sîtavka daran:
Bîşenga min a sêwî bejn avêt, bû rêwî...

Diçim mêtiya te bimijim, ev zanyariya zozanan e:
Dêrî veke, ji keviran hinneya porê te kişand min...

“Vira Radyoya Yêrêvanê ye!”, vira êvara dargerînkan:
çendî şên in şaneşînên hênik, şox û şeng çendî...

Rûyê erdê rûyê min e, sûretê min di cemala te de:
Avên ku dikişin cem karxezalan radiperînim...
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.