Ana Sayfa › Şiirler › Bo Payîza Ku Dizûre Ji Gelî û Newalan De
✍️
ŞİİR

Bo Payîza Ku Dizûre Ji Gelî û Newalan De

Kawa Nemir
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bo Payîza Ku Dizûre Ji Gelî û Newalan De

Bayê dest î qeşa, ku dimerêse pelên çûr,
Zûrezûr pifî lem û mişarên hişk dike berk,

Ji heçeyan de dide ser dar û beran devê şûr,
Ji hingê ve Gîskê Azeban gomê dide terk.

Tonek den û rengên hûr-zer radiweşin êdî,
Dadiweşin ser kirr û kewşenên gord û nerdan,

Ku qoqên ‘enîqul lê tot dibin hêdî hêdî,
Heçko radibin dimeşin ji ber kevnê derdan.

îja! Vêga, dê kî xwe hilde û di bîr bîne
Wê çîroka ‘hezê ya pîyar, û bizikrîne

Bê çawa derwazeyê ‘heyatê hate radan
Bi ser salên mak de, arê kulê hate dadan?

Wayla Payîza xweşheyûla! Qîza anîzaz!
Welamê bid, hew danavî bik gedeyê nasaz!

01.10.2015
`Hepsa Midyadê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.