Ana Sayfa › Şiirler › Parzîbaran
✍️
ŞİİR

Parzîbaran

Kawa Nemir
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Parzîbaran

bi şev, baxçeyo, dibî parzî
hişkelokî ye ev gewdeyê firawan
ji çîrokine razayî li çiyê hatiye
ciwantirîn qendîlên li xaniyên kavil dîtiye
li gundên ku qulingên evdal nema lê datînin
li serê rê û dirbên zûr maye, Kurê Dîrokê
bi şev, baxçeyo, dibî parzî

cudayiyên şûrê lahorî nas dikim
evîna pilingî jî, ji tîna nivînên ku nanivin, wê jî
bender e bajarê xwînê û kînê
çirûskên xwe disû, here, dibêje, nere
bi ser min de dibarî
sebra min a zordest diderize parzî
vê yekê meke parzî
firqetê dixurînî

herim bi kû de, nerim bi kû de

Havîna 1993’yan - 21 Gelawêj 2007 / Stenbol
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.