Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ay Dil

🎵
Şarkı Sözleri
Ay dil, ay dil, ay dil, dil xirab e yadê,
Ay dil birîna dilê min pir kûr e, eman eman pir xedar e,
Derdê dila pir xirab e eman gidî bêçare,
Lo lo lawiko lo lo kuriko,
Halê te ne hal e û derdê dila pir xirab e bêçare.
Birîndar im, birîndar im, eman eman lê gidiyanê li van çola,
Birîndar im kûr dinalim eman eman û ji kezebê,
Belê doktorkî bînin ji Bêrûdê û ji Helebê,
Bextê te hekîmo min dermankî vê serê sibê,
Ay dil, ay dil, ay dil, dil xirab e yadê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum