Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Nûberê
Berfin Aktay
ŞARKI SÖZÜ

Nûberê

Berfin Aktay
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ji nazê gewra revîm ez ketim arê esmerê
Min go belkî azad bim lê geztim dava hecerê
Ev çi zagon e kişandim dame destê şehperê
Ya Hebîbê xeste me ez rehmê bik tu nûberê

Ez ciwan im cêhil im xwîna min germ e wek pizot
Nekeve ber salên min va ye bû me heştê û not
Ev du car in tîremar in bi êriş tên serniqot
Bes te kun kir pikşîn neynoka ji nava cegerê

Nexwezî jîna ez tê de wek çûkê nav pençê baz
Ma heye îqbal vebit ez bibim Mehmûdê Eyaz
Min ji destê axuya belekçav her tim kazekaz
Ez kirim dîn û gawir pîj û nûbarên serwerê

Helbest: Tahir Dînarî
Muzîk: Berfîn Aktay

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.