
Şarkı Sözleri
De yar yar de yar yar de yar yar...
keçê bi kulmalê dilê mi di xemê da
mi şeva îşev kêfê ra xewnek dîtibû ji bejna zirav ra di xewê da wey la bê qewlê bê qirarê
mi dî vê sibengê tu dabûne kotiyê mêra
ezê dihatim ji welatê qurbetê
dilê mi şewitî, kezeba mi peritî
mi terka mal û hal û temelê dunyalikê qenciya xwe kir
mi çek û sîlehê xwe girêda ezê ji xwe ra ketime banê Qilîçdaxê minê ji kêfê ra herçî kesê ku navê kotî miskînê mêrê te lê bû
mi ji xwe ra qirra wan aniye pêda pêda
kewa mi dilbera mi dîlbera mi
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
heya li dunyalika derewîn sax û silamet bim herçî navê kotiyê mêra lê be
nahêlim bi gewra li dinê da dîlber
ax dilber dilber dîlber...
gidî ji bona te mirî me keçikê esmer
esmer esmer eman esmer ax esmer esmer esmer eman
esmer eman dimrim de can de can.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum