Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ax Lo Li Min Lo Mi Têr Nedî
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Ax Lo Li Min Lo Mi Têr Nedî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez û bejna zirav diçûne derê malê, êvar e ro li ava lo mexrebe ye sebra dilê mi îro ji êvar da çavê min evdalê Xwedê diqerimî li derê we ye ezê dikim qasekî werim selama dev û lêvê şekirî,
yanaxê ehmedî, terzê di hakimî lo devê te ye
mi dî fesad û şeytanê gundê me sekinî li gera biniya mala
çavê hemûşka li min û lo ca li te ye
digo kuro delalîko tu were qasekî taxima sing û berê mi rebenê
ji te ra alîkî gul e yek sosin e berxê lo yek yayle ye
ez ji te ra sond bixwim malxirabo
alîkî baxê mala bavê mi sêv e yek rihan e lo tev xurme ye
hela bala xwe bidê ji gavê din da mi ji te ra nego
heya dunya xweş ava be am û alem tev bizanibin taxima sing û berê mi meydana lo hespê te ye
ax lo li min, ax lo li min
ax lo li min lo mi têr nedî
Ez xezala we me gelo sekinîm li derê malê lo ser nerduwanê
mi dî bejna zirav gelo derketiye pişta xwe dabû derîk ji derê dîwanê qîz û bûkê gundê me meşiyane bêrîkê bêrîvanê
kewa gozel jor da elbê toqatî avêtî zendê zer badayî
berê xwe dabû bêrîkê lo bêrîvanê
mi dî ji derdê dilê rezîl ra qolê zêra kutaye ber kofîkê, sebrê lo vê kitanê
îro ji êvar da li qarişî berrojê mala disekinî
tu dêhna xwe bidê di bêbextiya xelkê
ji xwe ra herkesî di tanga xwe da tejî tûlê lo xwe berdanê
ax lo li min, ax lo li min ax lo li min lo mi têr nedî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.