Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Axao Ferman e
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Axao Ferman e

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Axao axao axao axao...
le herê maqûlo sibe ye şereka li me çêbû qaleka li me qewimî li kirrê Milazgîrê Xanoxliyanê kavil
keko li bestê wa li bestê
Sibe ye mi dî Evdilbaqî bi sê denga bang dikirî go
Zahiro lo lawo tu çê bi çê bixebiti, hespa ji tewlexanê bikişîni
dengê tifinga Bavê Mihemed Siwarê Zebanî
îro ji êvara Xwedê da çuqa li mi xweş tê
gidî dema cendirma dor li Bavê Mihemed Siwarê Zebanî digirtin
bira tê ra derketa birek siwarê Malbatê jê dilşewitî
na wele Silêmanî Ehmed Kekê Şeşê, hêsîr û dîlê destê Îranê Bavê Elo Kekê Fodil fenanî gurekî yekane
ji kêf ra berdî nava kerî pezê li deştê
ferman e axao ferman e ferman e
ferman e fermana Mîrê Mîran e
tivêka teresê cendurman e
hewar û gaziya qereqol û qaymaqaman e çi bikim destê Kurdane li ber rûyan e
eşîr ji xwe re hêsîr mane
berxê li peşiya bavê te ne havîn e, ne buhar e,
li pêşya me herçar rojê sar e
ez nemînim vê sibengê qoce payîz û dîsa zivistan e
Ахао ахао ахао ахао ...
herê maqûlo sibe ye şereka li me çêbû qaleka li me qewimî li kirrê Milazgîrê li Xanoxliyanî kavil wa bi ce ye
Evdilbaqî bi sê denga bang dikirî go
Zahiro lo lawo tu çê be çê bixebite hespa ji tewlexanê bikişîni Mi dî ser serê Bavê Mihemed Siwarê Zebanî
şer e vê sibengê yeqîn oxilme ye
gidî dema cendirma dor li Bavê Mihemed Siwarê Zebanî digirtin bira tê ra derketa birek siwarê Malbatê jê dilşewitî
na wele Silêmanî Ehmed Kekê Şeşê, hêsîr û dîlê dest Îranê
Bavê Elo Kekê Fodil fenanî gurekî yekane ye
mêra dikuji hespa distîne tevî zînan û gema ji êvar da dike yextirme ye
ferman e axao ferman e ferman e
ferman e fermana Mîrê Mîran e
tivêka teresê cendurman e
hewar û gaziya qereqol û qaymaqaman e
çi bikim destê Kurdane li ber rûyan e
eşîr ji xwe re hêsîr mane
berxê li peşiya bavê te ne havîn e, ne buhar e
pêşya me her çar rojê sar e
ez nemînim vê sibengê qoce payîz û dîsa zivistan e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.