Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ay Delal
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Ay Delal

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ay delal ay delal...
ax lawiko tu delalî
ezê çibkim îro çendê me temam bû dêrisê gunde me wêran e temam tijî fesad û şeytan e
te çima vê sibengê Birca Belek kela jorîn
berxê gelo bi serê min û xwe da hîştibû xik û xalî
ezê diçime yalî malê tu ne li malî
berxo diçime Birca Belek bircekî xik û xalî
ez ji te ra sond bixwim xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra miradê miradxwaza biqediya miradê min û te va bi tevahî gelo tu ji mi ra bibiya malxwê
di dêrisê gunda da ji qara dilê rezîl ji te ra bibûma bi bermalî yabo
ay delal oy oy...
ez bi heyran sibe bû minê ji te ra nego delal şênî
berxê minê ji te ra nego delal şênî
hela tu rabe derva sar e vê sibengê malxirabo
were bikeve malxirabo kaviliyê xênî
di nav taxima sing û berê min gulîbira Xwedê da ronî
taxima sing û berê min keçikê ji te ra
tim û tim cara bikim bi sifre û berxo dîsa sênî
delal heyran gelo tu were qasekî rûnê li birca belek li kaviliyê xênî ezê tim û tim cara ji te ra bibêjim delal şênî
di nava heval û hogira bi taxima sing û berê mi gulîbirê
heya dunya xweş ava be ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
vê sibengê ezê ji te ra dîsa bikim sifre û sênî
eman delal delal delal...
ax delal delal delal şênî
ax delal delal hayê... delal
ez bi heyran sibe bû mi ji te ra nego

keçê ezê rabim destê te bigrim qasekî ji te ra bibêjim malxirabê
di dêrisê gunda da gelo tu dilê mi da tu delal î
di dêrisê gunda da mirin ji min ra çêtir e berxo ji vî halî
ez çibkim di dêrisê gunda da ji eşqa dilê rezîl ra dil çetin e tu kaviliyê gunda da gelo bê tevdîr û lo bê pergal î
tu rabe qasekî destê xwe li nava destê mi bixîne
ezê te birevînim bavêm mala Mîr Begê Mîrê di Mewalî berxê ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê
vê sibengê di dêrisê gunda da tim û tim cara
Birca Belek kela jorîn ezê bihêlim xik û xalî
were delal delal delal...
ax delal delal tu delalî lawiko.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.