Şarkı Sözleri
Yar
yar Babikê
Wey Babikê ez bi heyran sibe bû
diçûme Diyarbekira şewitî emam eman lo ne tu war e gidî sebrê gidî tu sêr bike bi ro germ e, he li minê lo bi şev sar e lawko gidî lê dixwîne şalûl û bilbil
gidiyo kewê gozel bê Rebiyo zarezar e
lawko gidî gilî gazin û loma ji mi neki
stûyê mi keçikê bi ser te da fenanî çiyayê Elî Palo
li ser şewitya Mêrdîn da mitale kir
bê Rebî mêl û xwar e
ax eman eman wer gidî
lawko gidî xezala kûvî bûm lo nebûm kedî
di dêrisê gunda da ji çav û buriyê reş û belek
bê Rebî tu xêr nedî
Wey Babikê ez bi heyran li ser sûra Diyarbekira şewitî
wa rûniştim eman eman lo otirmîş bûm
berxê gidî qelûna mi ji darê lêmûnê
tuxt û nîva ji titûna Semsûrê tijî kirin lo gidîno lo toltirmîş bû berxê tu sêr bike tûncika narincî
li ser natika kever wa belav bû bê Rebiyo tij bi tij bû
lawko gidî gilî gazin û loma ji mi neki
te goştê mi xwarî hestîkê mi canê mi rebenê lo çurrimîş bû
berxê temiya mi li te be
tu nizanî stûyê mi keçikê bi ser te da xwar û mêl e
fenanî çiyayê Elî Palo ser Mêrdîn da mitale kir li minê lo duşunmîş bû
ax eman eman wer gidî
lawko gidî xezala kûvî bûm lo nebûm kedî
gidiyo dêrisê gunda da ji çav û buriyê reş û belek
bê Rebî lo tu xêr nedî.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum