Şarkı Sözleri
Ay de mîr im loy mîr im loy
hey la mîro bejna Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyê zirav e gula tevî biya hêşîn dike li kaviliya Hezroyê cotkaniya
hela bala xwe bidê mi dî li rû Axdenizê, Qeredenizê têne cotê qeretiya
ezê çûme pêşiya qomsêr û xebtana dipirsiya
minê go mala we xira be gelo ji wê da têne çi qeretî ne
go ocaxa te kor be ji wê da têne sê gemî ne
gemiya pêşî yarim dunya
gemiya ortê cemal dunya
gemiya paşîn ewraqê Bavê Baran Begê
hezar û pênsed mêrê di mefiya
mîr im loy... ax mîr im loy mîr im loy...
mi dî gemiya paşîn ewraqê Bavê Baran Begê
hezar û pênsed mêrê di mefiya
kesek tunîne cuwabek bide Cemîlê Axê mîrê di Xerza
bibê mala te xira be destê Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyê
girtin avêtin qayikan û gemiyan
li rû Axdenizê, Qeredenizê berê wî dane duwalê ejnebiya ê şûşa bilûrê danîne ser eniya Bavê Baran Begê
ji êvar da dişewitîne goşt û movika tevî van hestiya
mîr im loy ax mîrim loy mîr im loy...
ezê bi rebena Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyî me lo lo lo li min lo
Hey la mîro bejna Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyî zirav e gula li bî ne hêşîn dike li kaviliya Hezroyê cotkanî ne
mi dî li rû Axdenizê, Qeredenizê têne sê qeretîne
ezê diçûme pêşiya qomsêr û xebtana jê pirsîne
mi go mala we xira be ji wê da têne çi qeretî ne go ji wê da tênê sê gemî ne
gemiya pêşî yarim dunya gemiya ortê cemal dunya
gemiya paşîn ewraqê Bavê Baran Begê hezar û pêncsid mêrê di mefî ne
mîrim loy ax mîrim loy mîrim loy...
keskî tune cuwabekî bide Cemîlê Axê mîrê Xerza ra bigihîne bêje mala te xira be vê sibengê
bi destê Bavê Baran Begê Mîrê Hezroyê girtin
berê wî dane duwalê ejnebîne
îro vê sibengê malxirabo şûşa bilûrê ser eniya Bavê Baran Begê danîne
goşt û movika tevî hestiya dişewtîne
mîrim loy ax mîrim loy mîrim loy...
ezê bi rebena Bave Baran Begê Mirê Hezroyî me lo lo û li min lo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum