Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bavê Beced
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Bavê Beced

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Wey li minê wey li minê wax wê wêy Axao
Dilşê digo lo lo Beced berxê sibe bû diçûme şewitiya Sînan û Bismilê mi rebenê nizanîbû çi bû, çi qewimî, ax lo ci ciriya
ew agirê kulê bikeve mala cendurmê Sînanê mifreza Bismilê, eşîra Badika, giregirê jê di Xiya li derê dîwana Bavê Beced Şêxê Kubar
şêwr û mişêwre bû lo li hev civiya
ca Dilşê digo lo lo Becedo berxê sibe ye tu rabe sêr bike
ewraqê Bavê Beced Şêxê Kubar ketibû destê giregirê Badikan û Xiya
mi dî bavê Beced Şêxê Kubar çek û sîlehê xwe hilanî
li Hafê Reza, baxçê gula da dimeşiya
agirê kulê bikeve mala eşîra Badika giregirê di Xiya
ewraqê Bavê Beced Siwarê Kûvî hildane
gelo vê sibengê tu bala xwe bidê
ji gavê din da li derê hukumata Sînan û Bismilê daîre bi daîre digeriya agirê kulê bikeve mala qumandanê Bismilê
mi dî mifreza xwe hilani ketibû Geliyê Godernê li Newala Hesika
li Hafê Reza li dû bavê Beced Şêxê Kubar digeriya
derbekî bi dest berdane bedena Bavê Beced
cinyazê Bavê Beced davêne makîna
berê wî dane şewitya Hezro
dema li derê hukumata Hezro datanî
min dî Dilşê li çogê xwe dixist digo lo lo Beced berxê hînga min dizanî bû ûrt û ocaxê mala bavê Becedê mi qeliya
Sofiyê Xerzê wayê wayê digo Mecîdê Zaza lawo
bibê komê xulama hûn merevin ca hûn bazmedin
lawo Bavê Beced Şêxê Kubar emekdar e çi bû îro ketiye erdê temiya mi li we be şîrheramî nankoriyê mekin
terka cinazê Bavê Beced Şêxê Kubar mekin Siwarê Felek hey wax li min vî xweşmêrî medin

Ax Dilşê wê digo lo lo Becedo berxê
sibe bû tu bala xwe bidê vê sibengê
roka me derketî ji qudretê ji mala Xwedê lo ji aliyê Xerza gidî şewq û şemalê dabû bejna Bavê Beced Şêxê Kubar koşka Zerzelê gelo li Sêncê Reza
hela tu bala xwe bidê girêdana Bavê Beced Şêxê Kubar li gulik û wax li gulbenda li van qebza
xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
xwedanxêrkî mizgîniyekî xêrê ji min ra bianiya bigota
efiya Bavê Beced Şêxê Kubar ji qapiyê hukumatê derketiye
mi bi çavê serê xwe bidîta fenanî cara vê sibengê Şêx Fexrî Şêxê delal
li qarşî xort û bendê di Xerza xwe girêbida
bi çil qayîdî û donzdeh terza

Sofiyê Xerzê wayê wayê
digo Mecîdê Zaza bibê komê xulama hûn merevin wî ca hûn bazmedin
lawo Bavê Beced Şêxê Kubar emekdar e çi bû îro ketiye erdê
temiya mi li we be şîrheramî, nankoriyê mekin
terka cinazê Bavê Beced hey wax li min Siwarê Kûvî medin

Lo lo Becedo berxê sibe bû gelo mi dî vê sibengê
çûme şewitiya Sînan û Bismilê
hewû gidîno tu bala xwe bidê
ji dilê min û te ra şewitiyo bişewite lo çem û kanî
sibe ye mi dî agirê kulê bikeve mala cendurmê Sînanê
Navê hespê Şêx Fexrî ye. Tê xuyan ku bi navê Felek û Kûvî du hespên wî hene. Ev ferda di hin qeydan de tuneye.
mefreza Bismilê, eşîra Badika, giregirê jê di Xiya
ji gavê din da li derê dîwana Bavê Beced Şêxê Kubar sekinîn şêwr û mişewre danî
tu sêr bike derbekî bi dest berdane bedena Bavê Beced Şêxê Kubar hewara me Xwedê ûrt û ocaxê me qelyayê
konê me ji nava kona danî

Sofiyê Xerzê digo Mecîdê Zaza" bibê komê xulama
hûn merevin wî ca hûn baz medin
lawo Bavê Beced Şêxê Kubar emekdar e çi bû îro ketiye erdê
temiya mi li we be şîrheramî nankoriyê mekin
terka cinazê Bavê Beced Şêxê Kubar Siwarê Felek medin.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.