
Şarkı Sözleri
Eman eman eman...
gidî bira li me nehata sura sibê gelo vê sibengê bîna bakî Bulanixê
reben ez im vê sibengê Gêjo di bin Bavê Dilşayê da ne dixare ne dimeşe tu sêr bike gelo kefê davê ser sulixê
gava berê Bavê Dilşayê dane taşxana Erziruma şewitî
ez ji te ra sond bixwim çiqa qumandarê dewletê hene temamî vê sibengê li qarişî Bavê Dilşayê sekinî hewar reben ez im li resimê li selamlixê
eman eman eman... curnalî çetin e
gidî gelo curnalî çetin e
ji xêrî Bavê Dilşayê bira kevir kuçik nebîne kesek li ber nesekine eman eman eman curnalî çetin e
gidî sibe
ye vê sibengê
bira li me nehata sura sibê bîna bayê melûbalê
tu sêr bike bêxwediyê Gêjo vê sibengê bin Bavê Dilşayê da ne dimeşe ne dixare
hewû gidî gelo vê sibengê rabiye ca dortnalê
dema berê Bavê Dilşayê dane Erziruma rengîn
tu bêhna xwe bidê çiqas qumandarê dewletê hene
temam sekinî li selamlixê
ez ji te ra sond bixwim berê paytîna bavê Dilşayê dîsa vê sibengê dane malê
tu sêr bike cotê bûkê serbixêlî derketine pêşiyê
hela bala xwe bidê gelo bi hev ra reş girêdane bala xwe bidê bejn û balê
eman eman eman...
eman curnalî çetin e
gidî gelo curnalî çetin e
ji xênî Bavê Dilşayê kes nebîne kesek li ber nesekine
eman eman eman curnalî çetin e.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum