Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bavê Dilşayê (Şerê Kopê)
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Bavê Dilşayê (Şerê Kopê)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Axao şerekî li me çêbû li orta Kopê li Dêrikê
hê wê hê bi qewax e
şahde û şûhdê Bavê Dilşayê li dunyayê pir gelek e
firqekek eskerê kafirê Sarî Moskof
îro ji êvar da rakiriye ji Kopê hê hê ji toprax e
mi dî ji gavê din da Kokê ji wê da dihat li çogê xwe dixist gelo digiriya
heywax li mi hê hê wê hê waxewax e
digo Cindî korayî di çavê min û te da hato
derbekî gawir bedena Bavê Dilşayê ketiye tu sêr bike cinyazê Bavê Dilşayê
li ser pişta Gêjo girêdane qisqivrax e
bê Seîd here hê wê hê ku rêya dîn e
bi gotinê alim û kitêba dibê herçî kesê gula Ûris pêra lêkeve hewû gidî gelo xalis şehîd e şik û şubhe ji bonê tunîne
Axaho şerekî li me çêbû li orta Kopê li Dêrikê hê hê hê wê hê hê hê hê li bilindciya
şahde û şûhdê Bavê Dilşayê li dunyayê pir gelek e firqeke eskerê kafirê Sarî Moskof
îro ji êvar da rakiriye ji Kopê hê wê hê ji mewziya mi dî ji gavê din da Kokê ji wê da dihat
li çogê xwe dixist gelo bi waxê waxê hê hê digiriya digo Cindî korayî di çavê min û te da hato derbekî gawir bedena Bavê Dilşayê ketiye hînga mi dizanîbû ûrt û ocaxê Mala Elî Axa
ji dine hê wê hê diqeliya
bê Seîd here hê wê hê ku rêya dîn e
bi gotinê alim û kitêba dibê herçî gula Ûris pêra lêkeve
xalis şehîd e şik û şubhe ji bonê tunîne.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.