Şarkı Sözleri
Lo bira hoy oy lo bira hoy oy bira hoy yoy...
lo lo bira qeder-yazîkî îlahî ne
herçî ya Rebî li jor binivîse merivê li jêr tim û tim bibîne felekê mala xirav be
mi ji te ra nego fenanî te nîne
bavê Evdilkerîm, şahê dengbêja, kewê gozel ê gogerçîn e
hela bala xwe bidê gelek dost û ehbaba nedîne
herkes dixwaze tim û tim cara bi çavê serê xwe bibîne Rebiyo
Lo lo bira sibe ye
li deşta Mûşa şewitî, nahiya Ziyaretê, şewitya Pagê diketim ji dilê min û te ra li sê gira sibe ye ezê diçûme derê dîwana Bavê Evdilkerîm
minê bala xwe berdayê
dişixulî cote mûm û meşhele cote çira
minê bi sê denga bang dikirî Emê
Emê digote Gulê, Gulê dogote Sakîne
mi go lê lê xweyê çi bû, çi qewimî
go lo bira tu nizanî, bavê Evdilkerîm, kewê gozel li şewitya Anqerê nexweş e xwezî ji xêra xweziyê di Xwedê ra
xwedanxêrekî bihata, xeber-haya wî jê hebiya
meyê jê siwalek pirsek birîna wî jê bikira
minê dêhna xwe berdayê, ambolansekî dewletê jêliv tê
ez çûme pêşiyê, mi dî Sadiq ji xwe li pêşiyê rûniştî
mi go berxo çi bû, çi qewimî
digo: apo mala te xirav be
tu dêhna xwe bidê bavê min emrê Xwedê bicîh aniye çawa şikenandiye pişta her çar lawa, cote bira li wenda bûye rewşa her çar gundê mihacira
Lo lo bira sibe ye
ezê li dîharê deşta Mûşa şewitî, li nahiya Ziyaretê diketim
ji dilê min û te ra şewitya Pagê bişewite bi çem û kanî wa bi co ye
minê bala xwe berdayê bejn û bala bavê Evdilkerîm, şahê dengbêja, kewê gozel
malxirabo fenanî kulîlka zo bi zo ye
ez ji te ra sond bixwim gula berbiro ye
ezê çûme minê bi sê denga bang dikirî Emê
Emê digote Gulê, Gulê digo Sakîne
min go xwengê gelo çi bû, çi qewimî
minê dêhna xwe berdayê, ambolansekî dewletê jêliv têye
ez çûme pêşiyê, mi dî Sadiq li pêşiyê rûniştîye
mi go berxo çi bû, çi qewimî
go: apo! tu nizanî, va cinyazê berxê Mala Welo
ye qasekî li pişta ambolansê bifetile, derî veke, dêhna xwe bide
girêdan û timtêla birayê xwe yê Reso ye lo
Hey lo bira sibe ye
ezê li dîharê deşta Mûşa şewitî, nahiya Ziyaretê, şewtiya Pagê diketim
ji dilê min û te ra bi dar û bî ne
minê bala xwe berdayê bayê sibê bi ser mi da tê dilîlîne
bayê êvarê xeber bi ser xeberê ji min ra tîne
go mala we xirav be
bavê Evdilkerîm kewê gozel e gogerçîn e
li şewitya Anqerê nexweş e
gelo vê sibengê halê wî tunîne
ezê çûme derê dîwana bavê Evdilkerîm
minê bala xswe berdayê, agirekî gurr dişixule
sîtileke avê li ser dikelîne loy yoy
minê bi sê denga bang dikirî Gulê
Gulê digote Emê, Emê digote lê lê Sakîne
min go xwengê çi bû, çi qewimî
go: lo bira tu nizanî
bavê Evdilkerîm, şahê dengbêja, berdevkê mîran û hakima
kewê gozel ê gogerçîn e, nexweşê bêhal e
îro çendê wî temam bû li şewitya Anqerê bêsahab û bêxwedî ye lo minê bala xwe berdayê, Sadiq bi sê denga kir qêrîne
go dayê neke şixula bêbextîne
lawê Şêx Marûf Efendî Şêx Xiyasedîn e
hingiya roja em çûne Anqerê ji kêleka me ranebûye
vê sibengê tim û tim cara li ba bavê min dimîne
bi desta girtî, li ser doxtor û li ser tebîb û komîsyonê ejnebî digerîne loy
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
digerîne li ser doxtor û li sertebîb û komîsyonê ejnebî ne
jê dipirsî: gelî doxtor û sertebîba!
birîna bavê Evdilkerîm ji xwe ra çî ye wa çi nîne?
digo: şêxê min ji te ra sond bixwim bi qurana mubîne
birîna wî kûr û xedar e, mîde qanser e
gelo dermanê wê li ba me tunîne lo
Lo lo bira sibe ye
ezê li deşta Mûşa şewitî, nahiya Ziyaretê, şewitya Pagê diketim gundekî wa li hembere Rebiyo
minê bala xwe berdayê bihara welatê me hatiye
vê sibengê lê derketine kulîlk û kaziyê sor û zer e
ezê çûme derê dîwana bavê Evdilkerîm
minê bala xwe berdayê agirekî gurr dişixule, sîtilekî avê wa li ser e
minê bi sê denga bang dikirî Emê
Emê digote Gulê, Gulê digote Sakîne min go xwengê gelo çi bû, çi qewimî
go lo bira tu nizanî
bavê Evdilkerîm kewê gozel e gogerçîn
emrê Xwedê bicîh aniye
tu bala xwe bidê çavên me li rêka wî qerimî gelo cenazê wî ji xwe ra kengî were
ezê derketime derê malê
minê bala xwe berdayê
ambolansekê dewletê jêliv tê, bi sê renga boyax kirine rengekî sor e, yek hişîn e, berxê! yek jê zer e ezê çûme pêşiyê mi dî Sadiq li pêşiyê rûniştiye
mi go: berxo te xêr e?
apo! digo, bavê me emrê Xwedê bicîh aniye
fermana Rebî dabû ser e
mi go lawo te nepirsî, birîna bavê te çi bû gelo çi nebû
digo mala te şewityo, doxtor û sertebîb û komîsyonê ejnebî ji me ra gotine: dermanê wî li bam e tunîne, mîde qanser e lo
lo lo qeder-yazîkî îlahî ne Rebiyo yoy hoy oy...
herçî ya Rebî li jorê binivîse merivê tim û tim cara li jêr bibîne felek mala xirav be
mi ji te ra nego fenanî te nîne
bavê Evdilkerîm, şahê dengbêja, kewê gozel ê gogerçîn e gelek dost û ehbaba bi çavên serê xwe nebîne
herkes dixwaze tim û tim cara bi çavê serê xwe têr bibîne lo ax hayê
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum