Şarkı Sözleri
Lê lê anê marûmê va peya xerîb û ne ji me ye
tivinga desta da malpere ye
fîşenga di tê da qaritme ye
lawiko mi ji te ra nego mere nêçîrê nêçîr gune ye
qulingê hêlîna xwe çêkirî li Mêrga Mamo, li Kaniya Xanimê dev xirbe ye wayê teyran û tûya temam li stûyê min û te ye
eman eman eman...
eman sekmano yeman
de lê de lê sekmano de lê
Le qulingê hêlîna xwe çêkiriye li Mêrga Mamo,
li Kaniya Xanimê dev xirbe ye wayê teyran û tûya li stûyê min û te ye
tu mere nêçîrê pir gune ye hey bêbexto were bikeve nava taxima sing û berê min keçikê
ê ji te ra fenanî Mêrga Mamo, Kaniya Xanimê xweş yayle ye
de lê de lê de lê...
de lê sekmano de lê
eman eman sekmano yeman
Lê lê anê rebenê mi ji te ra nego di gêlî da ha di gêlî da
xelqê malxirabo gulê xwe çinîne gulê min evdala Xwedê hişk biye bi ser mi da çima wisa şax û mêl û sî da
hela bala xwe bidê xelqê emrê xwe dabû ser emrê qîzan û bûka
mi evdalê Xwedê çima wisa mala xwe xirab kiriye ocaxê xwe kor kiriye hela bala xwe bidê emrê xwe dabû ser emrê jina mal û bî da
gelî gundî cînarno
ji şerma dêv û bav, heval û hogir, derî cînar û gundiyan û maliya, nebiya ji qarê dilê rezîl ra ezê bibûma şarek ji şarê Diyarbekir
dor bi surme dor bi rîşî
minê xwe jor da berda dor serî da
de lê eman eman eman...
eman sekmano yeman de lê de lê sekmano de lê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum