Şarkı Sözleri
De lo lo lo... ax lo lo lo
Xwedê xira bike derd û kulê feqîriyê
em xerîb in lo ho lo li welatê qurbetiyê
malxirabo ca rabe
çima te terka welatê Serhedê avê sar û cemidî kiriye
gelo berê xwe da welatê Almaniyê
hela bala xwe bidê li te vê kirinê lo bêbextiyê
te çû serê xwe kire qerebalixê
lawo ji gêwir ra dixebitî bi feqîriyê
De lo lo lo lo yo
de lo lo feqîro sibe ye mi ji te ra nego welatê me xerîb e lo çuqa dûr e
ez ji te ra sond bixwim welatê Tirka Musulman e
dîsa alîkî gul e yek jê nûr e
Xwedê xirab bike Alman gawir e bê dîn û bê îman e
ez ji te ra sond bixwim çuqa pîs e ewqasa bê huzûr e
ji zulmê zelaletê tu bala xwe bidê malxirabo fenanî behr e ne delav e ne buhur e lo Rebiyo lo çuqa kûr e wey Rebiyo mi ji te ra nego welat xerîb e lawo çuqa
dûr e Mehmûd bira sibe ye mi te ra nego Mehmûdo Mehmûd bira yeka hatî serê te bira neyê serê kevir û kuçik û lo hirç û gura malxirabo te welatê Turkiyê terk kirî berê xwe daye Almanya gawira ez ji te ra sond bixwim zeman hebe
dîsa tu pîşman bibî ji wê bizivirî werî vira
Ê de lo lo lo...
hey lo lo lo bira sibe ye vê sibengê ezê li dîharê ax diketim dilê min û bi te ra wa bi tîl e
tu dêhna xwe bidê vê sibengê qeza me Qereqoçan e Xwedê xira bike feqîro berê xwe da welatê Almanya Mehmûdê Îsmaîl e
tu bala xwe bidê çawa li vî welatî mane feqîr û fuqare bi lo bi hustûxwar û hêsîr û bûne dîl e
ê de lo lo lo li xerîbiyê tu bala xwe bidê
Xwedê xira bike hal û wextê lo feqîriyê
merû ji xwe ra vê sibengê derkeve welatê qurbetê tu bala xwe bidê çend saleka
hêsîr û dîl bimîne li welatê Almaniyê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum