Şarkı Sözleri
De wey lê wey lê wey lê wey lê lê wey lê...
lo kuro kulmalo bihar e malê me danîne li dev geliya ewran û ezmana bi ser me da teqeteq e reqereq e
gimegim e jê di ringering e
malê me danîne li dev geliya
xelka min a têlî delala şebab e fodil
mêrkut hilda seb xatirê dilê rezîl ji êvara Xwedê da
bi limêja sibê ra rabiye fitiliye li siwara çît û perda kon û jê di singe telamekî ji bêxwediyê mêrkutî firiya lêketiye li çar parsû pêsîrê
li qolbaxî zende, li gûzeka bêxwediyê bêlanî linge
agirê kulê bikeve mala xwediyê mêrkutî
sêv e ne sêv e, bindeq e ne bindeq e, gûz e ne gûz e
erûg e ne erûg e, hirmî ye bi dirêj e
lêketiye li çar parsû pêsîre li qolbaxî zenda, li gûzeka bêlanî linge
de rabe de rabe xezala li ber palê
ez xezal im kuro kulmalo xezala li van kaşa
tu bala xwe bidê vê sibengê kulîlka nava van xaşxaşa
gustîla li ber bêçiyan û qaşa
tu dêhna xwe bidê gavê din da refê xwe hilaniye
meşiyabû dêrisê gunda li şehran û bajara digeriya
li nava çîlan û ba gewran û rinda
tu dêhna xwe bidê kofîkêla, çepildirêja, mêzerhêşîna, dêreçîta,
gerdenzera, Xaliqo bi Rebiyo çepildirêja
digere bi qîzan û rindan û gewran e yeşîlbaşa weylê lê weylê
weylê lê lê weylê de rabe de rabe de rabe xezala li ber palê
delaliya dile xalê kêvrîşka dev newalê êmîşê nav desmalê
kevotka serê darê hezar û heftsedî darê xwe avîtê, bi qismetê kîjanî xortê xelkê ve
bi darê kî ra were xwarê weylê lê weylê
Kuro kulmalo xezala mi xezala li çiya li baniya
tu bala xwe bidê Xaliqo Rebiyo li zozana, li mêrga, li çîmana Xaliqo Rebiyo tu dêhna xwe bidê gelo
sekiniye li ser goşegê keriyan û suriya
na wele vê sibengê qîzan û bûkan û bêrîvana
ezê ji şerma dê û bav û heval û hogir û der û cînar û maliyan nebiya
vê sibengê bibûma gustîleke qaş almast
na wele tu dêhna xwe bidê xizêmeke zêr û zîv dor bi şirik
min ê xwe jor da berda li ser şê û şê biskê di şê, dêmê gulî,
yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî, xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guhara, nîşanê nava zerbistana
gelî gundî cînarno tu dêhna xwe bidê
min ê xwe jor da berda li ser lêvan û dirana
weylê lê weylê gelî gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji mi nekin
kubara mi piçûk e, xişîm e, nezan e,
gelî gundî cînarno nazik û nazenîn e
tu sêr bike îro ji êvara Xwedê da ketiye destê bê eslan
Xaliqo Rebiyo nerind û ne camêra tu sêr bike van nezana weylê lê de rabe de rabe xezala li ber palê êmîşê nav desmalê
delaliya dile xalê kêvrîşka dev newalê
kevoka serê darê vê sibengê te malxirabo hezar û pênsidî darê xwe avîtê bi qismetê kîjanî xortê xelkê ve
bi darê kî ra were xwarê sebrê tu rabe, vê sibengê malxirabê
te heft xortê mala bavê mi kuştine bi ramîsanê
tu dêhna xwe bidê xwûna wan siwaran û peyan kanê
de weylê lê weylê lê weylê...
weylê lê weylê weylê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum