Şarkı Sözleri
Di lo yo yo yo lo ho yo yo yo...
lo marûmo sibe ye minê li çiyayê bilind li hafê Koşka Silê
şalûlê malikxirab êvar da bû mêvanê bilbilê
bilbilê ocaxkoro bi heftê û du zimanî tew tew dikir digo lebê belê
mi bi çavê serê xwe dîtiye bû mêvanê dara gulê
bira Xwedê van sal û zemana xirab da
merû neke tora te sêrbazê, te qecerê, bavecemê, dilgawirê
ezê ji bo bejna te ya zirav sewdalî me meraqlî me
gidiyo vê sibengê fenanî bi cotek gullê şerepnalê birîndar bim ji êvarê heyanî sibê derdê dilê xwe bibê li halê dilê xwe dimire
wayê li min hayê li mi hayê li mi wayê li min wayê dilo ez sewdalî me hayê li min meraqlî me hayê dilo hayê gidî hayê li min wayê derdo
Di lo yo yo yo lo ho yo yo yo...
qulingo mala xirab be tuyê ji xîmê binê beriyê radibî çiqasî mestî hey malmîrat serê qanatê bi çamûr e
kokê qanatê te dişikestî wî tu dêhna xwe bidê ji êvara Xwedê da te devê birîna mi gîhandiye hestî hela rabi bala xwe bidê bihîstina mi bihîstiye
te ser mi ra yarek xwestiye eger ji mi çêtir e li te bimbarek be
heger ji min kotîtir e kula Helebê bikeve mala bavê te salê carek
lo bêbexto jina te bimire çolix û çocixê te werine ber vî destî
mala te xira be mi sond xwariye
tu cara narim serxweşiyê bi serê
saya dilê şikestî ezê dikim herime dîtîna muhuba dilê xwe bi tenê
bi gaz û bêlanê bilind diketim
ez nizanim zozanê mala bavê gewra mi li kîjan milî li kîjan bestî
wayê li min hayê li min hayê li min hayê li min were li min hayê dilo
ez sewdalî me hayê li min meraqlî me hayê dilo wayê derdo
wayê sebrê sewdaliyê bejna te ya cindî me
ji bona bejna zirav şîwar û şerpeze me sebrê mahkûmê lê cezalî me gidiyê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum