
Şarkı Sözleri
Eman eman eman...
ax eman eman Fermanliyo wayê
mi di Bavê Fexo bejna te zirav e gelo ji xwe ra ji xoxa bê xemilandî wax li min wax li min lo li mi nemayê
minê ji kêfa dinyalikê ra salê carek desmal hilda diçûm binî daweşandî wele cotê zer memika heft salî da ji Bavê Fexo Torinê Mala Ezo Kekê Yeho, siwarî Gêjo ra hêvîşandî
îsal û çend salê mi temam bû
minê rêka te bekle kir
mi dî tîpê siwarî eşîrê vê sibengê ji binê xetê derketin
li xeta Frensiz, Amûda şewitî, newala Qamişlokê, Hemidgolê biniya Xetê, li Bolinda Hecî Mihemed
minê vê sibengê Bavê Fexo Torinê Mala Yeho Kekê Ezo Siwarî Gêjo nava hezar û pensid siwarê ax Reşkotî da reben ez im
lo ecibandî la li mi delîlê
eman gidî şara serê mi hevirmûşê peng bû, orte qetiya rêşî neman gidî salê me çû mane zeman
kalê me çûn pîrê me man
qîzê me çûn xortê me man
qewl û qirar ji bo însanê van sal û zemana neman
emrê mi çû Bavê Fexo dihat gera biniya malê ra derbas dibû gûlegûla kotî şindokê miskînî nemerdê heramî merê xirab
hey wax li min bê mi têr nedî lo li mi nemayê
Gidî Bavê Fexo mi ji te ra nego bihar e
lo heyamê cota ax li mi lo li mi nemayê
minê bala xwe berdayê cuwabeke nebxêrê ji min gulîbira Xwedê ra hatiye bi roja reş dibê Bavê Fexo torinê Mala Ezo Kekê Yeho Siwarî Gêjo
li xeta Firensiz, Amûda şewitî, newala Qamişlokê,
Hemidgolê li binya Xetê, li Bolinda Hecî Mihemed
tu sêr bike bû axayê hezar û pensid malê bê di Reşkota lo li mi nemayê
wayê xwezî ji xêrê xwediyê di Xwedê ra
Bavê Fexo torinê Mala Ezo Kekê Yeho Siwarî Gêjo ji xeta Frensiz, Amûda şewitî, newala Qamişlokê, Hemidgolê binya xetê, li Bolinda Hecî Mihemed bi xêr û silametî biziviriya bihata
emê çend rojeka rûniştana meyê derd û kulê dinyalika ax derewîn hey wax li min lo tev bigota wax li min eman
Eman gidî şara serê hevirmûşê peng bû, orte qetiya rêşî neman gidî salê me çû mane zeman
kalê me çûn pîrê me man
qîzê me çûn xortê me man
qewl û qirar ji bo însanê van sal û zemana neman
emrê mi çû Bavê Fexo dihat di gera biniya malê ra derbas dibû gûle gûle kotî şindokê miskînî nemerdê heramî merê xirab hey wax li min bê mi têr nedî lo li mi nemayê
Gidî Bavê Fexo bejna te zirav e ji têla vê sulungê
wax li min wax li min lo Fermanliyo
hêşîn dike li xeta Frensiz, Amûda şewitî, newala Qamişlokê, Hemidgolê li binya Xetê,
li Bolinda Hecî Mihemed li ber têla sulungê
hela bala xwe bidê Bavê Fexo Torinê Mala Ezo Kekê Yeho Siwarî Gêjo ji xeta Fransiz,
Amûda şewitî, newala Qamişlokê, Hemidgolê
ji binya Xetê, li Bolinda Hecî Mihemed ji xwe re bû qaçax û fîrar e malxirabo cuwabekî nebxêrê ji mi gulîbira Xwedê ra hatiye
dibê xwe berdaye binê Xetê malxirabo
li dû Bavê Fexo Torinê Mala Ezo Kekê Yeho Siwarî Gêjo
ji xwe ra hezar û lo pensid siwar e lo li mi nemayê
hey malmîrat hela were ji derdê dilê rezîl ra îro çendê mi temam bû
çima ezê bûme qaçax lo bi firar e wax li min
me yê çend salekê serê xwe daniya li ser dara vê tivingê
gidî bala xwe bidê tu nizanî dilê mi gulîbira Xwedê di dêrisê gunda da Ji bona te malxirabo him bi kul e bê birîndar e
lo li min nemayê way ax hayê
Xwezî ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
Bavê Fexo Torinê Mala Ezo Kekê Yeho Siwarî Gêjo ji xeta Frensiz, Amuda şewitî, newala Qamişlokê, Hemidgolê
ji binya Xetê, ji Bolinda Hecî Mihemed
bi xêr û silametî sala îsal biziviriya bihata meyê çend saleka bi qaçaxî, bi fîrarî
wele serê xwe bida li ser darê tivingê
wax li min eman eman wax li min ax li min Fermanliyo
Eman gidî şara serê hevirmûşê peng bû orte qetiya rêşî neman gidi salê me çû mane zeman
kalê me çûn pîrê me man
qîzê me çûn xortê me man
qewl û qirar ji bo însanê van sal û zemana neman
emrê mi çû Bavê Fexo dihat gera biniya malê ra derbas dibû güle güle kotî şindokê miskînî nemerdê heramî merê xirab hey wax li min bê mi têr nedî lo li mi nemayê
Gidî Bavê Fexo mi ji te ra nego dora kaniyê lo dora min e hey la li mi nemayê gelo cêrê li milê mi mezin e Fermanliyo ezê diketim nava êlê minê ji qîz û bûkê êlê rica kiriye
mi go dora kaniyê bidine mi da
Bavê Fexo Kekê Yeho Siwarî Gêjo Torinê Mala Ezo
li xeta Firensiz, Amûda şewitî, newala Qamişlokê, Hemidgolê
li binya Xetê, li Bolinda Hecî Mihemed
ez bi bextê we û Xwedê ketime berxo lo li hêviya min e lo li mi nemayê
Eman gidî şara serê hevirmûşê peng bû orte qetiya rêşî neman
gidî salê me çû mane zeman
kalê me çûn pîrê me man
qîzê me çûn xortê me man
qewl û qirar ji bo însanê van sal û zemana neman
emrê mi çû Bavê Fexo dihat gera biniya malê ra derbas dibû gûle gûle kotî şindokê miskînî nemerdê heramî merê xirab hey wax li min bê mi têr nedî lo li mi nemayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum