
Şarkı Sözleri
ax eman eman eman...
eman eman bê lome be
Gidî gelo bê lome be, bê lome be
Mala Bavê Huznî Siwarê Beşo li qarişî mala me ba
dema bi limêja sibê ra
siwar dibî berê xwe dide nêçîra kewa
çavê mi bi qet û qametê te bikeve
danê esir ji nêçîrê difetilî çavê mi li rêka te be
xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
di dêrisê gunda da mirin hebe gidî dilê rezîl kalbûn qet tunebe
Lo lo Bavê Huznî Siwarê Beşo
mi ji te ra nego gidî tu li kî dînî mi li wî dînî
mi dî li derê birca belek digeriya bi şal û şapikê Silîvanî
reben ez im ca kurtikê almedînî
bihîstina mi bihîstiye çûbû nêçîra kewa
xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
bibûma nanek ji nanê hingivînî
orta nîvro bi taştê biçûma pêşiya Bavê Huznî
reben ez im bi xwurînî
gidî gelo bihîstina mi bihîstî li mala Keşîşê Nêrso bûbû mêvan
ezê biçûma li kêlekê rûniştama
minê bigota bavê Huznî ez bi qurban
em hene her heşt qîzê Keşîşê Nêrso ne
her heft bûkê Keşîşê Pêdo ne
heftsalî da mi dil te da bû gidiyo bihîstina mi bihîstiye
di ser mi keçika Mala Nêrso ra
gelek qîz û bûkê xelkê tu dihebînî
eman eman eman...
eman eman ez Zero me
Gidî gelo ez Zero me ez kulîlka berbiro me çîçeka zo bi zo me qîza Keşîşê Nêrso me
bûka Keşîşê Pêdo me
dosta Bavê Huznî Bavê Mehmed Elî
axayê Bişêriyê le siwarê di Beşo me axakê Bişêriyê mi ji te ra nego ez gune me gidî gelo tu Busulman î, ez File me tu bi ku da herî ez ya te me
li ser qewl û qirar û sozê xwe me mêş li ser pêşa mi da nehewiriye
ji bejna xwu va bê şik û bê mane me
mi di xewna xwe da dîbû dînê Mihemed dînê heq dînê we ye
çi bikim bermaliya tixayê File me
di
qar û bêgarê tixayê File da şîwar û şerpeze me
ji qedera Rebê xwe da bi lome me
gidiyo gelo xelk bi harisê mal û hal û temelê dunyalikê mi bi çavê serê xwe dîbû ca bi harisê dînê we me.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum