Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bavê Kerem
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Bavê Kerem

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê wayê lê wayê le wayê...
Qudo rebenê sibe ye Malxasya helan danê
koça Bavê Kerem Siwarê Hirço ye
vegeriyan ji vî zozanê ha ji vî zozanê
dema dewran e dewrana Bavê Kerem Siwarê Hirço bû
ro hatibû qamê ji qama di nîvro bû
dewrana Bavê Kerem Siwarê Hirço welgeriyabû Hesen Begê bi sê denga bang dikirî Feto lawo ancax çavê me qerewtiyê tifingê wan dibirî bê agirê kulê bikeve mala Kemal î bêbext
li Dormeliya Jorîn li fêza xanûmanê Mala Mihê Xeto her sê lawê Qazî Begê tevî xanî agir berdanê
birano birano birano...
ê wey bavo wey birano ê bê xêro bê wefano
bê xêro bê wefano ûrt qelyano
Ê le wayê lê wayê le wayê...
Qudê rebenê sibe ye siwara dêş e dêş e
koça Bavê Kerem Siwarê Hirço êvara Xwedê da xwe daye pêş e
dema dewran û dewrana Bavê Kerem Siwarê Hirço bû
ro hatibû qamê qama di nîvro bû
dewrana Bavê Kerem Siwarê hirço welgeriyabû
Hesen Begê bi sê denga bang dikirî Feto lawo
ancax çavê me qerawtiyê tifingê wan dibirî agirê kulê bikeve mala Kemalî bêbext
li Dormeliya Jorîn li fêza xanûmanê Mala Mihê Xeto
her sê lawê Qazî Begê kirine xanî agir berdanê
tu sêr bike ji êvara Xwedê da pişta wan xweşmêran dane pêş e
were birano birano birano...
ê wey bavo wey birano ê bê xêro bê wefano ûrt qeliyano.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.