Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bavê Mamê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Bavê Mamê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 3 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Axao sibe ye mi ji te ra nego poste hato di çiyê ra gidîno gelo vê sibengê poste hato di çiyê ra
hewara me Xwedê gilî gazin û loma ji mi nekin fermana Bavê Adil, siwarê Ferhan pê ra
ezê rabim vê sibengê malxirabo gelo
ji bona Bavê Adil, siwarê Ferhan bişînim şewitiya Qerekosê gelo vê sibengê ji bona rişwetê Xaliqo bi Rebiyo
gelo vê sibengê kulîçê di Îranê
ezê bişînim şewitiya Qerekosê li derê adiliyê
vê sibengê dayni bira belav bike xurca zêra
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
vê sibengê malxirabo ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê emê rûnên ji xwe ra şikir bikin ji qedera Xwedê ra
hê hê were hê...
Gidîno sibe ye vê sibengê tu dêhna xwe bidê malxirabo minê şeva îşev serê xwe bilind kir xewnekî dîtibû di xewê da bihîstina mi bihîstiye çend peya kuştine
li çiyayê Qereyaziyê, zozanê hênik gelo li Kaniya di Tirbê da gelo heyfa min nayê li tu heyfê heyfa min tê li wê heyfê derbekî bi dest berdane bedena Bavê Mamê mêrê mêrxas tu dêhna xwe bidê kafirê doxtor
le vê sibengê derê xwe mor kiriye kilîta reş lêxistiye
lastîk avête lingê Bavê Mamê xwar girêda
hê hê were hê...
heyfa mi nayê li tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfê
hukumata Tirka bi derewan û vira
tu sêr biki vê sibengê fermana Bavê Mamê derxistiye
îro ji êvar da li derê ordiyê sekinî mizîqê di boryê da hayê
were hayê hayê...

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.